ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
CENCTOM'ê ragihand: Dorpêç sibeha Duşemê destpê dike
Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENCTOM) ragihand ku dorpêşa li ser Tengava Hurmuzê sibeha Duşemê destpê dike. -
Di hevdîtina Pezeşkiyan û Putîn de peyama ‘aştiya mayînde’
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di hevdîtina xwe ya bi Vladîmîr Putîn re diyar kir ku ew ji bo aştiya herêmî amade ne; lê artêşa Îranê hişyarî da ku ew ê bersivê bidin keştiyên leşkerî yên nêzî Tengava Hurmuzê dibin. -
Nizar Amêdî bi awayekî fermî dest bi erka xwe ya Serokomariyê kir
Piştî merasîma dewirgirtinê ya li Koşka Selam ya li Bexdayê Nizar Amêdî bi fermî dest bi erka Serokomariya Iraqê kir. -
Şerê Îranê: Piştî Pakîstanê Putîn jî dixwaze navbeynkarî bike
Serokê Dewletê yê Rusyayê Vladimir Putîn ku di hevdîtin bi Serokkomarê Îranê de ragihand ku ew amade ye ku navbeynkariyê di krîza Rojhilata Navîn de bike. -
Îran, ji bo Tengava Hurmizê biryarek nû girt
Îranê, biryareke nû da û ragihand ku hemû keştiyên petrolê yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin, divê baca derbasbûnê bidin. -
Fîloya alîkariya ji Xezeyê re, ji bo ‘şikandina dorpêçê’ bi rê dikeve!
Fîloya ‘Global Sumud’ a ku wê ji lîmana Barselona ya Spanyayê bi rê bikeve, ji bo ku alîkariya mirovî bigîhîne Xezeyê û dorpêça Îsraîlê derbas bike, bi rê dikeve. -
Galibaf: DYE ji bo Îranê nekarî bibe cihê baweriyê
Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Galibaf diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di tûra destpêkê ya muzakereyan de ji bo Îranê nebû cihê baweriyê. -
Şerê Rojhilata Navîn: Agirbesta li ber şikestinê, muzakereyên destpêkê yên bê encam
Agirbesta hesas a navbera Îran û DYE'yê kete roja pêncemîn. Ji muzakereyên navbera aliyan encamek derneket. Li herêmê rewşa xitimandî ya dîplomatîk û rageşiya leşkerî dewam dike. -
Zextên li Îranê dewam dikin: Metirsiya darvekirinê li ser 4 girtiyan heye
Çar girtiyên siyasî yên li hucreyên yek kesî yên li Girtîgeha Kizilhîsarê têne ragirtin, bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne. -
PDK'ê Serokkomarê nû yê Iraqê red kir!
PDK'ê ragihand ku ew Nizar Amêdî nas nakin ku doh bû Serokkomarê Iraqê. -
Tura duyemîn a hevdîtinên DYE-Îranê bi dawî bû
Tura duyemîn a hevdîtinên DYE-Îranê bi dawî bû, hat plankirin ku tura sêyemîn wê di saetên pêş de bê kirin. -
Îran cenazeyên girtiyên siyasî radestî malbatên wan nake
Di serê meha Nîsanê de 6 girtiyên siyasî ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin. Lê heta niha cenazeyên wan radestî malbatên wan nekirine. -
Serokê nû yê Îranê Mucteba Hamaney hîn jî bi giranî birîndar e
Hate îdîakirin ku Serokê Olî yê nû yê Îranê Mucteba Hamaney di destpêka şerî de bi giranî birîndar bûye û hê jî tedawî dibe. Rewşa tenduristiya wî û kapasîteya wî ya birêvebirina welêt hê jî nediyar in. -
Li Xezeyê tevî agirbestê jî êrîş pêk hat: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku li Xezeyê tevî agirbestê jî ji ber êrîşên Îsraîlê herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. -
Hevdîtina DYE û Îranê ya krîtîk: JD Vance li Pakistanê ye
Alîkarê Serokê DYE’yê JD Vance bi armanca bi dawîkirina şerê Rojhilata Navîn ku ev şeş hefte ne berdewam dike ji bo hevdîtina li gel Îranê derbasî Pakistanê bû. Hevdîtin di atmosfereke bêbaweriya her du aliyan de dest pê dikin. -
Libnan û Îsraîl ji bo agirbestê li Washingtonê tên ba hev
Serokkomarê Libnanê, ragihand ku bi navbeynkariya DYE’yê dê roja Sêşemê li Washingotnê ji bo nîqaşkirina agirbest û pêvajoya danûstandinan a bi Îsraîlê re civînek bê lidarxistin. -
Libnan: Windahiyên canî yên êrîşên roja Çarşemê gihîşt 357'an
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşên roja Çarşemê de hejmara windahiyan gihîşt 357'an û hejmar zelal nebûye. -
Trump: Ger lihevkirin çênebe em ê êrîş bikin
Serokê DYE'yê Donald Trump got ku ger hevdîtinên bi Îranê re tene kirin, bi ser nekevin, dibe ku êrîşên leşkerî yên nû werin rojevê. -
Ji DYE’yê ji bo Îranê peyama danûstandinê: Em destê xwe dirêj dikin
Cîgirê Serokê DYE’yê JD Vance derbarê danûstandinên ku tê plankirin bi Îranê re bên kirin, peyamên erênî da û got, "Ger Îran bi niyeteke baş ji danûstandinan re amade be em amade ne ku destê xwe dirêj bikin." -
Îsraîl ji bo Şerîeya Rojava 34 planên nû yên niştecihbûnê amade dike
Li gorî rêxistineke civakî û çapemeniya Îsraîlê, hikûmetê di destpêka nîsanê de bi biryareke veşartî rê li ber niştecihên nû vekir; tê diyarkirin ku plan, pêkane rageşiya li herêmê zêde bike. -
UNICEF: Li Lubnanê di êrişan de herî kêm 33 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî daneyên UNICEF'ê, di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de bi dehan zarokan jiyana xwe ji dest dan. Krîza mirovî ya li welêt kûr dibe. -
DYE'yê ji Iraqê xwest ku komên çekdar ên alîgirê Îranê ne ji holê rake
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber êrişên komên çekdar ên ser bi Îranê ve bang li Sefîrê Bilind ê Iraqê yê li Washingtonê kir. -
Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê berê Harrazi jiyana xwe ji dest da
Wezîrê berê Kemal Harrazi ku di êrişa Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de bi giranî birîndar bû, ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da. -
Xamaney: Em ê birêvebirina Tengava Hurmuzê derbasî qonaxeke nû bikin
Di peyama ku tê angaşt kirin ku xwemalî Mucteba Xamaney ye û di medyaya fermî ya dewleta Îranê de hatî weşandin de hat diyarkirin ku, birêvebirina Tengava Hurmuzê dê derbasî qonaxeke nû bibe. -
Roja hilbijartina Serokomariya Iraqê hat diyarkirin
Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê bi fermî roja Şemiyê ji bo rûniştina civîna taybet a ji bo hilbijartina serokomariyê nîşan da. Rûniştin wê saet di 11.00’an de destpê bike.